Facebook

Sitemize üye olup şiir ve yazılarınızı paylaşabilirsiniz. Hemen Ücretsiz Üye Olun!

Eğitimci Yazar ve Şairler (Eyaş), içmeden aşk sarhoşu olan ve gelecek nesillere benimde bir kaç kelamım var diyenlerin sitesi.

Konuyu Oyla:
  • Toplam: 0 Oy - Ortalama: 0
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
Bo rehmetî Mela Mistefayê Barzanî
#1
Bo kurdê bê rê û hejar
Her dem tu semyan î Mela
Yanî ji bo yê bendewar
Teşbîhê sehwan î Mela

Roj î li esmanê welat
Serdarê karwanê xebat
Bo geştina mafê rewa
Serkêşê kurdan î Mela

Roja hewar û hey-heyê
Şêr bûy li meydana belek
Pêş neyarê devbixwîn
Dil rengê şêran î Mela

Ev lat û şax û daxê kurd
Tev deşt û gol û axê kurd
Ew yek bi yek deng diken:
Şêrê li Barzan î Mela

Bo pehlewan û fêrisan
Ser-defter û pêşahî yî
El-heq di nêva pêşewa
Her dem tu nîşan î Mela

Zanim ji derdê ez-ezê
Bê ser û jiyêkbûna gelî
Îro li mezarê nemirîyê
Wek min bi êşan î Mela

Kevne-xebata millet î
Bo me xwûya kir ev yeke
Ku piştî vî derdê giran
Têtin peşîmanî Mela

Mêze dikem dor û rexa
Gel şubetê lehîya radibin
Yek-peyv û yek-dil lew li ser
Wan bûye erzanî Mela

Îro neyara hê teva
Ceng li ser kurdînîyê
Daxwaz e ew xaka ji ber
Canê xwo te danî Mela

Çax e gelê kurdê çeleng
Em tev bibin yek-dest û deng
Yekînî dermanê me ye
Ne ku perîşanî Mela

Ev çende mah û çende sal
Renc birîye kurdê bêheval
Bê hoş dikir vîna welat
Wek şêxê ruhan î Mela

Heyf e Birîndar tim dibê
Em kurmê dara xwo bibin
Ba tev bizanin em yek in
Ta çerxê gerdan î Mela
1992

NÛBİHAR
Ara
Cevapla



Konu Açıklaması

Şu anda Bo rehmetî Mela Mistefayê Barzanî şiirini inceliyorsunuz. Bo rehmetî Mela Mistefayê Barzanî şiirini sitemizden ücretsiz ve üye olmadan okuyabilirsiniz. Kendi şiirlerinizi eklemek için üye olmak zorundasınız. Bo rehmetî Mela Mistefayê Barzanî şiiri tarihinde sitemize eklenmiştir. Bo rehmetî Mela Mistefayê Barzanî şiiri sitemize gönderilmiş ve site yöneticileri tarafından egitimcisairler.com sitemize eklenmiştir. Gönderen kısmı belirtilmemiş şiir ve yazılar sitemizde alıntıdır. Bo rehmetî Mela Mistefayê Barzanî şiiri, Bo rehmetî Mela Mistefayê Barzanî şiiri oku, Bo rehmetî Mela Mistefayê Barzanî şiiri indir, Bo rehmetî Mela Mistefayê Barzanî şiiri sözleri, Bo rehmetî Mela Mistefayê Barzanî şiiri download



Hızlı Menü:


Konuyu Okuyanlar: 1 Ziyaretçi