Facebook

Sitemize üye olup şiir ve yazılarınızı paylaşabilirsiniz. Hemen Ücretsiz Üye Olun!

Eğitimci Yazar ve Şairler (Eyaş), içmeden aşk sarhoşu olan ve gelecek nesillere benimde bir kaç kelamım var diyenlerin sitesi.

Konuyu Oyla:
  • Toplam: 0 Oy - Ortalama: 0
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
Çîroka Şahê Teyran û Qijik'ê
#1
Havînê hemî çûkan ji ber germê diçin zozanan. Havînekî Şahê Teyran gazî hemî çûkan dike û tev li hev kom dibin. Şahê Teyran ji wan re dibêje:
-Gelê Teyran, divê em herin zozanan ka hûn dibên çi?
Hemî teyran vî gotinê rast û pêşniyarê dipejirînin. Ji ber ku bilbil ji gul û baxan hez dikir û zozanê xweş jî nas dikir her caran ku şah biçûna zozana, ji bo hîn bibe kîjan aliyê zozana xweş e di pêşiya xwe de bilbilê dişand. Ji ber vî yekê Şahê Teyran wî kiribû şêwirmend û aqilmendê xwe. Vî salê jî wusa bû, Şahê Teyran gazî bilbilê kir û jê re wusa got:
-Zû here li zozanan binêre, ka kîjan zozan yê delal e. Ji bo xerabiyekî neyê serê te hevalekî jî bi xwe re bibe. Zû herin û vegerin.
Bilbil û hevalê xwe bi hev re firiyan û diçin zozanan. Li zozanan geriyan hemî derê zozanan dîtin. Lê li tu derî şivan û nêçirvanan nedîtin. Bilbil û hevalê xwe şaş man. Hevalê wî jê pirsî:
-Min tu caran zozan wek îsal xweş nedîtiye? Ne şivanek heye ne jî pavanek. Lê ez guman dikim tiştek di vî karê de heye?!
-Mîrê zozanan nexweş ketiye. Çiqas hekîm û doxtor anîne tu çareyekî nedîtine. Di dawiyê de hekîmekî wusa gotiye: 'Ya Mîr! Li dinyayê tenê dermanekî te heye, ev jî goştê şahê teyran e.'
Ji ber vî yekê Mîr ferman kiriye ku tu mirovek nekeve nav zozanan. Li her derê kelaxên ajalan datîne, mirovek bi tîr û kevan jî datîne ber û di aliyê din de benda şahê teyran disekinin.
Bilbil û hevalê xwe di cih de difirin. Tên gundê şahê teyran. Şah ji bilbil dipirse:
-Ka bêje, em îsal herin kîjan zozanan?
Bilbil:
-Şah, em îsal neçin zozanan.
Şah:
-Çima?
Bilbil:
-Şahê min, îsal zozan nexweş in. Ji ber vî yekê em îsal li deştê bimînin.
Piştê çend rojan. Qijik tê ba şah û jê dipirse:
-Ya Şah! Emê kîngê herin zozanan?
Şah:
-Emê îsal neçin. Bilbil got îsal zozan nexweş in. Ji ber viya emê neçin.
-Ya Şah! Bilbil derewan dike. Ger tu destûra min bidî ezê herim li zozanan binêrim.
Şah:
-Bilbil qet derewan nake. Lê tu dixwazî here lê binêre.
Qijik difre, diçe zozana ku bilbil tê de geriyabû. Qijik zozana gellek xweş dibîne. Ne şivanek ne jî pavanek heye. Qijik vedigere deştê, ji şah re wusa dibêje:
-Ya Şahê min, ma min ji te re negotibû bilbil derewan dike. Min tu sal wek vî salê zozanan xweş nedîtibû. Ne gavanek ne jî şivanek heye.
Piştê gotina qijikê şah bilbilê ji şêwirmendiya xwe derdixe û qijikê dike şêwirmendê xwe!
Şah û hemî çûkan difirin, diçin zozanan. Li ser zozanan belav dibin û ji xwe re diçêrin.
Dema şah diçe nêzî kelaxê, zilam hema xwe davêje Şahê Teyran û wî diqefêle. Şahê Teyran ji zilamên mîr re wusa dibêje:
-Heyran ez Şahê Teyran im. Min berde!
Zilamê Mîr:
-Na, ez te bernadim. Jixwe ev dek û dolab hemî ji bo girtina te bûn. Mîrê me nexweş e û dermanê wî jî xwarina te ye.
Şahê Teyran nû fam dike ku çima bilbil gotibû zozan nexweş e vî salê. Pişt re Şahê Teyran wusa dibêje:
-Temam heyran. Lê daxwazeke min ji we heye, piştê ku we ji min xwarin çêkir hûn nikula min bikin nava pîsiyê.
Zilam:
-Çima?!
Şahê Teyran:
-Kî hevalê qijika dev bi g... be, dê pozê wî têkeve nava g... k
Ara
Cevapla



Konu Açıklaması

Şu anda Çîroka Şahê Teyran û Qijik'ê şiirini inceliyorsunuz. Çîroka Şahê Teyran û Qijik'ê şiirini sitemizden ücretsiz ve üye olmadan okuyabilirsiniz. Kendi şiirlerinizi eklemek için üye olmak zorundasınız. Çîroka Şahê Teyran û Qijik'ê şiiri 11-03-2015, Saat: 00:55 tarihinde sitemize eklenmiştir. Çîroka Şahê Teyran û Qijik'ê şiiri sitemize gönderilmiş ve site yöneticileri tarafından egitimcisairler.com sitemize eklenmiştir. Gönderen kısmı belirtilmemiş şiir ve yazılar sitemizde alıntıdır. Çîroka Şahê Teyran û Qijik'ê şiiri, Çîroka Şahê Teyran û Qijik'ê şiiri oku, Çîroka Şahê Teyran û Qijik'ê şiiri indir, Çîroka Şahê Teyran û Qijik'ê şiiri sözleri, Çîroka Şahê Teyran û Qijik'ê şiiri download



Konu ile Alakalı Benzer Konular
Konular Yazar Yorumlar Okunma Son Yorum
  ÇÎROKA ROVÎ Û LEGLEG OmerKurt 0 502 12-03-2015, Saat: 14:53
Son Yorum: OmerKurt
  ÇÎROKA GUR Û GUNDIYAN OmerKurt 0 488 12-03-2015, Saat: 14:51
Son Yorum: OmerKurt
  FEQIYÉ TEYRAN Û KEÇA MÎR OmerKurt 0 865 11-03-2015, Saat: 00:55
Son Yorum: OmerKurt

Hızlı Menü:


Konuyu Okuyanlar: 1 Ziyaretçi