Facebook

Sitemize üye olup şiir ve yazılarınızı paylaşabilirsiniz. Hemen Ücretsiz Üye Olun!

Eğitimci Yazar ve Şairler (Eyaş), içmeden aşk sarhoşu olan ve gelecek nesillere benimde bir kaç kelamım var diyenlerin sitesi.

Konuyu Oyla:
  • Toplam: 0 Oy - Ortalama: 0
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
Ez!!!!
#1
Thumbs Up 
"ez"


îro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ez
min eşq û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan imlez 

eşqê gelek sewda kirin bê mal û bê mewda kirin 
nûra çira winda kirin mûsayê ımran im ez 

mûsa ji dest husna bi nûr şêrîniya xalên di hûr 
secde bire ber kohê tûr nêzîkî remzê wan im ez 

remzê ku dê dilber bikin carek bi çeşman seyr bikin 
dê kohê qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovanim ez 

min ah ji dest kovan û qehran min sebr nayêt li sehran 
şubhetê mewcên di behran qulzemê umman im ez 

qulzem û behrên di heftê agirê eşqê ku keftê 
dê bisojit subhe neftê min diye, pê zanim ez 

min diye muhbet çi reng e sohtim edoja pir-ye'ke 
min mudam dil jê biheng e bi nalîn û efxan im ez 

nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran 
xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoşxan im ez 

bulbulim daîm dixwînim ez yeqîn ez te bibînim 
dîn dibim sewda dimînim serxoş û sukran im ez 

serxoş û ebter kirim te ji illeta rengzer kirim 
te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez 

agir û pêta di dil da me'neyan daxan ku hilda 
ew kitab naçit du cilda hafizê medhan im ez 

hafizê medh û pesendan rohiya mehbûb û rindan 
bê hisab werbûn di findan satiyê bêcan im ez 

soti me qet pêt û nar ne kuştîme derb lê diyar ne 
min demek sebr û qerar ne nexweşê pir-jan im ez 

nexweşê reng lê nemayî dest li ser falê nihayî 
wan digot ji çavê giyayî kûştiyê e'ynan im ez 

kuştime herdu 'uyûnan yan kî yêd nisbet ji nûnan 
radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez 

girtî me insaf di mîr ne qazî û muftî ve bîr ne 
qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez 

ma di benda firqeta te canfidayê xid**** te 
da bibînim reh**** te nobedarê xanim im ez 

nobedarê qullehê xo dergevanê dergehê xo 
bîne bîr û agahê xo tûleyê asîtan im ez 

tûleyê dergahê yar im şev û rojan nobedar im 
westayê der întîzar im çavrêyê sultan im ez 

çavrêyê sirra li pêş im meqseda ezlê feniş im 
hicreta yûsuf dikêşim ye'qûbê ken'an im ez 

kor e bo ye'qûb ji dînê j'perdeya daxa evînê 
ger dibên veke birînê hewceyê lokman im ez 

wan digot lokman tebib e gote min xef 'endelib e 
şafiyê derdan hebîb e pê bawer û îman im ez 

sond dixwim sa'id û destan kevir û seylêd li bestan 
min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez 

'aşiqa rahetya kêm e agir û pêt a dilê me 
çend hezar medhan dibême muhitê esman im ez 

xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna 
ew hemûl'medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez 

ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibkit ji behrê 
yan du çav çibkin ji sehrê bê dîtina eynan im ez 

sed hezar çav min divêna bayekî perde hilîna 
xet û xal min têr bidîna eşqe qûtî can im ez 

her kesê eşq tê eser kit sed hezar perdan di ber kit 
hemuyan dê ker be ker kit tazî yû 'uryan im ez 

perde çû ez mame tazî dil sirra mehbûb dixazî 
min ibadet eşq û bazî bê mey û meyxan im ez 

xaniya bade û mey tê mexnî yû hem çeng û ney tê 
min ji eşqan heye-hey tê serxweş û sukran im ez 

serxoşê ava heyatê meclisa reqs û sematê 
dê çi kim bi sewn û selatê b'kûzê û fîncan im ez 

ew meyê gerden dirêjan şîşe û wan bade rêjan
min nema hiş li nivêjan li deftera dînan im ez 

'mim' û 'hê' aqil vederda sicleya eşqê û derda 
lew qelem anî bi ser da me'fuyê xufran im ez

feqiyê teyran
Ara
Cevapla



Konu Açıklaması

Şu anda Ez!!!! şiirini inceliyorsunuz. Ez!!!! şiirini sitemizden ücretsiz ve üye olmadan okuyabilirsiniz. Kendi şiirlerinizi eklemek için üye olmak zorundasınız. Ez!!!! şiiri tarihinde sitemize eklenmiştir. Ez!!!! şiiri sitemize gönderilmiş ve site yöneticileri tarafından egitimcisairler.com sitemize eklenmiştir. Gönderen kısmı belirtilmemiş şiir ve yazılar sitemizde alıntıdır. Ez!!!! şiiri, Ez!!!! şiiri oku, Ez!!!! şiiri indir, Ez!!!! şiiri sözleri, Ez!!!! şiiri download



Hızlı Menü:


Konuyu Okuyanlar: 1 Ziyaretçi