Facebook

Sitemize üye olup şiir ve yazılarınızı paylaşabilirsiniz. Hemen Ücretsiz Üye Olun!

Eğitimci Yazar ve Şairler (Eyaş), içmeden aşk sarhoşu olan ve gelecek nesillere benimde bir kaç kelamım var diyenlerin sitesi.

Konuyu Oyla:
  • Toplam: 0 Oy - Ortalama: 0
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
Helbestê Welat
#1
AN YEK!

Bin bombe ên bê namus da
Bi hezaran cendek
Cendek ên bihuştî.

Û rojan berxwedan
Berxwedan a nav û deng
Keç,pîr,xort
Bê xem nav ceng
Cengek şahenk.

Ne kar ê tirsonek
Ne êş a virek
Ta ku nebe dereng
Li qada da zîrek
Zîrek ên firtone
Bo ke gerdun bibîne.

Neyar ên xwinxwar
Hemmu ji hev mirdar
Har û hov û êrişkar
Dît kun hember û dijber
Her yek ji hev dilber.

Mêr dîte asîman
Her yek ji hev parastwan
Der û dor me fek û dek
Ger em nebin yek û yek
Em ê herin yek û yek.

EVÎN

Tû girtîyêk
Girtîyêk nav çav ê min da
Bi biriqîn.
Pêl ê teyrêk da
Bi bayêk bîhn.

Çek ên şervanêk da
Navêk xemilandî
Û heskirina sedema min.

Lêv ên jîkela da
Navêk xweş
Û dil ên dilxwaz da
Bê rawestin meş
Mejî ê min da agirêk geş
Û nifş a min da timzîn.



Nîn bi te xeml û xeyal valayî tû
Agir ketîye welat bê hayî tû
Şihilîye timan hê nizanî tû
Dibejî mirovim bê fedîyî tû.

Hele berevke mal bibe maldar tû
Hemêz da jin xwediyê jinayî tû
Bixwe,rakev,birî qe merî tû?
Herkes bu devlet hê bê dewletî tû.

Rast be gotin rastkara rexnekarî tû
Dij mafxwazî mafxwazra zordarî tû
Xwîn da tine xweşî wek seyê harî tû
Sed hezar mixabîn hem welatîyî tû.

Kirîye te xerabî nebaşî tû
Gor didizî goristan keftarî tû
Ax bi xwîn hate şuştin dijwarî tû
Bê piştim ez hem jî xwefiroşî tû.

Nemaye bi te evin bê gizî tû
Nizanî peyva gemar û lewsî tû
Ne sazkar û arîkar xirabî tû
Dijî tevî însana dawarî tû.

DÎL

Nayê zanîn

An jî kore çav

Û dişewitim bê agir

Agir ên dilnesozda.

Girtîme hêlên çepda

Û her roj mirin

Mirin jî bê şîn

Hêstir çavda dîl.

Tilî ên dûwanzde salî

Kolan û navçanda tirskarî

Li cîhek ne pir dur

Qehremane dem salî wî.

Zikda kûtan

Mame destê rutan

Ger bimrim bi vî halî

Zanim, derim bê îman.

EZ

Me mirin kirî bo te timzînim ez
Min çav ê xwe da weşart girtîyim ez
Bê hes û dil paqij da dînarim ez
Xayîn be jî felek hêvîdarim ez.

Çi berjewend çi benda tiştame ez
Bo kêrîyêk nan ne xwefiroşim ez
Bimînim rojan birçî rûmetim ez
Bên bi tanq û topa berxwedanim ez.

Roj ên tenk da ne rûreş rûgeşim ez
Ba çav ên tefîn da xurt argeşim ez
Hebe jî ba min tirsonek şanpazim ez
Bi îman ne bindest serbilindim ez.

Ne nijadperest netewperestim ez
Nakim qe cudatî gorbihûştum ez
Ger bîrve kim welat gordojeh bim ez
Bizanibe neyar vî serfîrazim ez.

Dil ên bizdonek da agirêk gûrim ez
Natewim ber neyar pilingim ez
Bes tirs û bê xiretî bi xîrim ez
Çîya ên xemlandida NEWROZİM EZ.

ZİLM

Pir pîroze Quren ê ezîmşan

Hemmû gotin ê wî ser însan

Dibê hûn hevdu nas bikin

Derd ê xwe bihevra par bikin.

Me we cuda cuda afirand

Ji her tiştê xweş xemiland

Hûn bi ziman ê xwe tên nasandin

Ê ku nîn bike tevek fesadin.

Ger hûn bikin bindestra tehda

Ew tehda jivera nabe feyda

Yek jî yek ê nîne qe mezin

Bi bawerî bibin dilsozin.

Ê ku dij zilmê xwe nespêre

Qeneke gazîn tewş distêre.

Zalim nebêje ezim qu ez

Ê laşî bihele hedî û lez.

Tije nekin tur a xwe bo dinê

Ev tur zilmê bo we agir tinê

Çavê we bila bibe têr dil nerm

Nebê nîn mirin agir dibe term.

Tîne ba me borîn bo îxanet

Bê guman dibare ser qîyamet

Bi sond axîret nîn bo we fireh

Bijî ji bo zalima sed hezar Dojeh.

Her tiştê me ji bo Edalet

Gotin a me tevek keramet

Bizanibin wan xwe bikin rast

Ji zilmê radibe Qîyamet.

Me ferz kir zikat û nimêj

Gotin a xwe qe nekin qirêj

Ger bêdeng bin dij zilm û zor

Dikele dojeh xwe mavêj.

Kî KîYE?

Hînek Kurde çav dewlet ê de başe
Her alî ê xwe lîstîkvan û şaşê
Zanim ez bê xîret xwinmij û cehşe
Tu bidê pere dîya xwe difroşe.

Nizane çîyîtî başîtî çîyê
Der buye însanetî ji pelîye
Najî li dınyayê hov û kovîye
Her tewrê xwe we xirabe guye.

Hînkê ortê tamaşvan ê dîmene
Ba ji kî bê mêrik her tim badane
Dinêre,dixwaze milk bê xudane
Virek nabîne welatê vîrane.

Peyv ên ku zimên de nîv bîyanîye
Ta niha çand ê xwe bîr neanîye
Sûc davê dagirkera bê rexneye
Wer wa devlevîtîra bêj zanaye.

Piling û baze hem jine hem mêre
Dijmin re neyare ji xwe re yare
Zikê her tiştê xerap re pir têre
Ne tirşikçîye bo welat dînare.

BİLLÛR A MİN

Lêxe billûr a min

Bide deng çarmedor

Û bêje dilopa çavê min

Dilopa hingivê ser çîyan.

Lêxe billûr a min

Girtî bim çavê te da

Û biqîrim li her dor

Qîrînam bihejîne dilê kor.

Lexê billûr a min

Bêjen te bibe pol

Û bikevim du rêyate

Hildim bo te tol.

Lêxe billûr a min

Bêje çima ev sosret?

Û netew serî hilde ser

Bizanip serfîrazîye dewlet.

ROJ BİXEMLÎN

Bide dest ê xwe
Dil bişevîtîne bo min
Kolan kolan bigere
û çav bişkîne stêrkara.

Roj bixemlîn
Bi tav ê ra bigere
Dirêj kev bircanda
Û rewşame bikemrîn.

Gul be çîyakî welat da
Bibe sosin an Ji berfîn
Bê hempa be her alî
Bîhn belavke bo tav.

Hivê bihevîn
Dupişk bikuj
Salan bide pey hev
Bibe hêvî
Û bide kenandin rojê.

Evîn bijîne
Deyne sifrakî mezin
Têr bixwin em hemmî
Û bibehecîne mar ê kor.

BİXWAZE

Binêr tû buyî xizan
Bo ke ketî destê dizan
Tine qet dizda mizan
Godar be her tişt bi pîvan.

Tû buyî herkesêra alîkar
Ev alîkarî bu nînkar
Te go nekin, bo çe ev zordar?
Gon neke denq, tuyî tirskar.

Dema ku hatin her alîyêve çîp tazî
Davîyê ev çîp tazî bu serte qazî
Şaş mayî tu hê ji va rewşa dimeyzî
Hele bimeyiz, gel çû hîvê tû hê tinazî.

Ax ji xwîn bu çîl sor
Nabînî, bo çe çi kirîye te kor?
Bimêyz herkesî, ma qey pire zor?
Te eciqandin, eciqar bi şanaz li jor.

Bo vî dibêjîm bixwaze dewlet
Ev dewlet te xelas dike ji zîllet
Dibe ku ev dewlet bibe ji gu
Lê bizanip çêtire xwarina ji gu.

Jİ WELATÊK TÊM

Ez ji welatêk têm
Li vê derê
Cî ê
Newal û çem
Xwîn diherike.

Ji welatêk têm
Çiya 'u daristana vî da
Cî ê
Çûçik û kewa da
Tanq û top diqube.

Ji welatêk têm
Hewa vî da
Cî ê
Teyr û baza
Firok û helîqop difire.

Ji welatêk têm
Li vê derê
Kurdatî û cehşîtî
Wek ser ê bergîrê dimeşe.

Ez ji welatêk têm
Ez welatê
Qedex kirî têm.

SİBÊ Ê MEYE

Ê meye kejik a min
Ê meye.
Çiqas jî
revok.
tirsonek
bizdonek
be îman
çiqas xwe nenas
xwe firoş
Bin pel ê dijminda
jehr rij
xwîn mij,
Û der û dorda
fort avêj
çav nebar
xwe parast,
Û ji her tişt dur
Ê kû Lice
Newala qesaba
Qiraxa Dîjle ê da
Qîrîna zarukek,
Bin bombekî bê namusta
Sî çar cendek
Sî çar cendekên bihuştî,
Bi rojan;
Keç,pîr, xort
Berxwedan a bi nav û deng
Û bin çadir ê mîşextîda
Zar û ên bi hevî
Nizanibe jî
Sibê ê meye.

WAR

Ey bilbilê dîldar hawar bo te ye

Fixane her der nale nal a te ye

Pir gire ev bar nabe qe bi ten ê

Ne xeyale te bunî jîn jîyan a te ye.

Çarmedor seye bê îman û hare

Başe xirabe bo Kurd a ra ware

Dibare dev de xweşîtî wek jare

Lê çi bikim bê şer nateqiz nare.

Havîn de bo te çav robar im ez

Herikî xwin têr bu ax cendek bi gez

Ma qey ev bindestî bo meye ferz?

Bê rawestan bendame werin bi lez.

Her cih dişewite rewş wek agire

Bê rawest qelew û bedew wek şêr e

E kû dijtenin mar û çavnebare

Nabîne gerdun qey çav ê vi kore?

BELAŞ

Şîrmij kuştin belaş,

Belaş bê dengî û çav korî

Va erdnasêminda xayîntî

Dûrîtî belaş.

Belaş zirt avêtin

Û belaş qîrîna qûmatekan nedîtin.

Belaş şewitandina daristan,

Go rûxandin,

Bajar û navçe qedex kirin,

Belaş gund vala kirin.

Ji bo qîrîna zarukan

"Bê deng bikin va pîçan " gotin.

"Tu ne Kurdî" gotin belaş.

Girtigeha Amed da ortê havînê

Qalorifer pêxistin belaş

Belaş gu xwarin

Û gundê xwe da çîp tazî

Xir bi ben gerîn belaş.

Belaş qeşaşogda term weşartin

Û bi heft an pêra raketin

Belaş vana nedîtin.

Min te heskir

Min te heskir
Min te heskir

Ji beybun

Ji kulilka zivistanê bêtir

Û li qiraxa Dijle ê da

Ji tuzik

Ji tolik bêtir.

Min te heskir

Min çavête ê reş

Ruyête ê qêmer

Dilête ê zelal

Û li çiyayê Araratta Nemiran.

Min te heskir

Ji kêziya Xecê

Ji evîna Mem bêtir.

Û li sînemaye Amûde da

Cendekên zarûkan heskir.

Min Şeva tarida

Stêrkên destête heskir.

Û terîkîna lêvête

Tirêjên çavête

Min heskir.

MÊRİK Û TEYR

Yek teyrêk birîndar
Xwe weniştand binêkdar
Birçî bûn û bê avî
Dixwest herkes tim hêvî.

Nikari bûn nêçîrî
Te digo qey wek mirî
Kes ne diçûn û ne dihat
Ji birçî bûn teyr dirî.

Teyrek ji vê hat bawî
Tije qut bûn ber dawî
Go gelek spas ji te re
Min nebraye qe hêvî.

Mêrek ji vê xebatkar
Dît kû teyrek birîndar
Li nikul da nan û qut
Dibûn teyra alîkar.

Ev rewşa çû xweşavî
Jiyanekê pir şayî
Ez jî razim wek teyrê
Bijîm li vir dil şayî!

Mêrik raza bin darê
Dest vekişand ji karê
Nan ê germ û qutê xweş
Go 'Bila be vê warê'.

Çi çûndin û çi hatin
Razan ê me bi ketin
Ro didan pey hev dû
Xeml û xeyal diketin.

Ne razan bû mêranî
Li hev diket diranî
Dengêk dûrve pir bi hêrs
ki jîyaye tiranî?

Rabê kiro ser pîya
Ranekeve wek mîya
Nebe teyrê birîndar
Bibe teyrê alîkar!

BİNDEST

Berdin min berdin
Ev qeyd,ev ben,kelepçe
Ev her tişt qedex kirin
Divê ne bo me be.

Binêr;
Sterk,hîv,ax û xîç
Tev der û dora xweda tevger.

Binêr;
Asîman par kirî
Asîmanda însan meş.
Hêjî em neyîn
Hêjî em vinda.

Ey asîmana şîn sor
Bin teda xwîn bel
Xwîn kûp
Can bi nalîn
Can bi girîn.
Hêji tu bêdeng
Hêji tu bê şerm.

Ê ku ew çavnebar
Ê ku ew bindest
Sed hezar tifî
Sed hezar lehnet.

TİRS

Li cîhêkê nîv mîtro bi qilûz
Nikarim tevdim xwe
Û her seet
Biraştin goşt êm
Lêdan, tada ne xembun
Û ew behecîn, teqîyan
Li te gerîyan.
Nêrtin porê min
Bin çengê min
Û cîhek nehêştin
Bo ke te bibînin.
Û pozê minda
mû kişandin.
Neynuk fer fer
Ji goşt veqatîya
Û bi merceka
Lêkandin mujang ê min
Dîsa te nedîtin.
Qîrîna wan ket asîman
Ji lava kirin.
Û gotin, bese, bese
Veke çav ê xwe
Em ji te ê dî tişt naxwazin.
Û min hişk jida çav ê xwe
Bo ke te nebînin.

NEBÊJE

Qe mavê forta nebê ez im ku ez

Nabînî jî hê ji kuderê bê gez

Ew derfetê paş ketîye destête

Bibe dewlet û serfîraz bike lez.

Bi newalê hûr qet tije nabe behr

Bo berjewend ê piçuk me neke qehr

Bin asîmana şîn sor kes bi dewlet

Ê ku çûyê mede du jîyan neke jehr.

Bizanibin ne mezinin ji netew

Bo netew ketin rê nekin tevlehev

Nema zimanê min da gotin û pêyv

Nekin çewtî bo dewlet werin ba hev.

Ker kere carek dikeve çalê

Vî bikujî ve rê da nare malê

Hişyar bûye zane ev rê ne ewleye

Baqile dîsa nakeve wî halê.

DOZ

Sibê hêvar tim gilî

Neyar dibê tilîlî

Em binêrin her alî

Kî mayîye me bilî?

Em dibêjin biratî

Ne xweşe qe neyartî

Sed hezar car mixabîn

Em nabînin hovîti!

Bişevite poz a me

Zik têre ji soz a me

Em ji bibin serbixwe

Ê rumed be doz a me.

Mek hêsap ên pir piçuk

Nebin yekra em boçik

Bêjin emin ev merxas

Ê em nemrin wek kuçîk.

WÊNE

Axa kû tê da dijîm
Reng ê xwe
Dayîye asîman.
Hê ne bes
Ev dubendî
Hê ne bes
Ev tehlihevî?

Kî ta niha
Ji ve
Zîv û mercan
Yaqut û almas xwestîye?

Ta keng ê biherike
Çem ê me piçuk piçuk?
Ka bêjin
Ta kengê?

Û em karibin
Bimeyîzin rû ê pakrewanan
Wêna wan be jî!

BÎHN

Hesretim bi te
Nikarim bête
Bi hesreta dil
Têm ru ê te

Tu gul a sorî
Ji ber min durî
Êdî ez lava dikim
Hetta keng ê tu verî?

Ji vir hetta ber te
Min firikand wêna te
Hê ji germe can êm
Bi hesreta çav ê te

Ez nava gulan
Hêstir ê min ava gul
Çi ez bê gul
Çi gul be min
Bîhna te tê evîna min.

TU

Tu mayî çep ê minda

Û yek peyvek

Û sitraneke xemgînî

Ji pêt bêtir

Û bêdeng

Û ji xwe şewat.

Tu mayî çav ê minda

Ji bîr kûr

Ji Dîjle herîkî

Û ji gerdun gir.

Tu mayî mejî ê minda

Û bi bajarek

Bajarek çarmedor girtîgeh

Û wek min girtî

Û em bi hev zeligî

Tu mayî her alî ê minda

Nik min da tu

Nik te da ez.

Jİ BO SELEK ÊN GERDUN

Li Efrîqa ê reş

Gedeyê lêv dirêj,

Li nav Asya ê zerda

Çav biloq ê hevalî

Qe hes nakin

Goşt û çoqolata.

Dibên;

Bo heskirin xwarin lazime.

Me qe ne xwar kû em hesbikin.

Gede ê Nav Hilatanavin alemêkin.

Tev lorî dibê mezin ê van

Pê napalm û mitralyozan.

Bileyîz kurêm!

Bo xwe top û veşartog!

Vana qey liztokên Mamo?

Em bo Jîyana xwe

Dileyîzin leşkeri.

Min qe ne dî Avrupa

Lakin min pir xwend

Qira Qira zana ê Avrupa.

Dibên;

Pir mezin bu

Kelpaçe ê zaru ê me.

Bo ke;

Pir dixwun

Goşt û çoqolatan.

BERSİV

Pirske,

Ji gulê heftreng

Ji sosin

Ji beybun.

Pirske,

Ji berbanga sibê

Zik birçî

Bê av.

Pirske,

Talde ê şikeftan

Ji qeşa yê havinê

Ji tirêjên

Çavê pakrewan

Û bizdina

Ji dilê neyar.

Pirske,

Pirske dînara min

Ka ez kîme?

Ez im ev millet

Ez im peya ê mehşêr.

TÎN

Paqijke rûyêm ey kolanê bi derd
Nekewim ji destê neyar ez nav erd
Bi şahî bijîm netevim li gerdun
Nebim qe mihtacê namerd û bi merd.

Ne bi xwîn û nêm bê ev welat şuştin
Tazî û birçî sêvî serqot hêştîn
Zanim bê xiretî tişt nare serî
Bi dil germî be can bimrê tim kuştin.

Bijî ji sîya min li birca Amed
Mirin bitemzîne jîyan tim rumed
Kesim bizanibin hem jî netevim
Naxwazim bihuşt bibe ji min ra qîred.

Nebe doz a min devê jahr da qirêj
Evîna tîn a öin dest neyar da avêj
Rû spî bim bibe req a min pir zelal
Neteqim biteqe ru reş a bikim gêj.

DEHŞİK

Dema bihar batana

Kerî diket meydana

Her kerîyêk li ba hev

Leheng ê me deranda.

Dehşik tizîk davêtin

Her tim diçun dihatin

Dîya dehşik go nere!

Tevek ê wan neyarin.

Dehşika me hê naşin

Nîn bu serda qe hişîn

Guh nedidan dîya xwe

Dide biryar dê peşîn!

xwe gîhîştand ba çêlek

Ew çêlêkê bizdonek

Nêrt ku yekê bîyanî

Avêt qiloç wek mêrek.

Dîk û mirîşk ser sergîn

Koma xwe da tev dijîn

Dîtin dehşik tê ba wan

Hema kirin pir qîjîn.

Dehşik hate ba segan

Segên harê dev cozan

Dev avêtên dehşikê

Gotin ‘emên wek began.’

Nêrt ku yekêk diçêre

En ku çêr da qantire

Go ‘babê min pir şanpaz.’

Xist tîzîkek tirtire.

Gayê xişin ser beyder

Ji her tişta hayîdar

Dît kû dehşik li ba wi

Go ‘biteqiz here der!’

Dehşika me birîndar

Sibê hêvar tîzik xwar

Dev qelîşi tev bi xwin

Ji dîya xwe xwest hawar.

Dehşê minê belengaz

Çima dikî gaz û gaz

Were ji me dûr nekev

Em ji bibin SERFİRAZ.

SÊLEK ÊN AGİR

Agir dibarîya

Jêr û jor

Bin axê bi kel

Dojeh ji ax ê sar

Ax ji dojeh germ.

û çîya bi qirîn gazîn

Bang dikir selek ên agir

Bigîhîjin hawar a min

Ez stû xwar

Ez bi tenê serê xwe

Nikarim bi wan

Hawar hawar

Werin selek ên agir

Ez benda we me.

Û zilamet ê şevêda

Çend şervan.

Ger bixwestana aborvan

Ger bixwestana parastvan

An masekîda kardar

An jî dibun fermandar.

Lakin;

Jî bo tol hildana

Hezar salan

Bê çek

Nîv têr

Û bê xem

Dij mirin

Ketin rêya NİŞTİMAN.

EM

Me

Pir bihar dî.

Peyra havîn

Peyra jî

Qada welatta

Hev kuştina

Hem welatiyan.

Û çalakiyan ser masan

Ava kirina welat

Û gotina “ez im ez.”

Me

Pir dî

Tefîna ronayîya çavan

Nerîna bizdîn

Hesab ên biçûk

Veniştina kundan

Mejî ên gundî

Û tengasîyada revokan.

Me

Va gerdûnda

Xwe nenas

Bêjewend

Pir sê meymûn

Û kî zane

Me çend demsal dî.

Me

Bi hesreta

Lêvên jîkele

Bê rawestin

Dij mirin

Meşvanan jî dît.

HAŞÎTÎ

Tu hatî xapandin

Ez hatim xapandin

Der û dor xapînok

Welat tê xapandin.

Heft çîya bêdeng

Heft deşt bêdeng

Ditirsim evina min

Tirsam em bêdeng.

Dev ê meda biratî

Bu haşîtî haşîtî

Ev çend sal û çend hezar

Tê domandin hovîtî.

Hember ê me tev kovî

Lê nakeve qet duvî

Hemmu ji hev feêlbaz

Em binasin va rovî.

Belê xweşe haşîtî

Bê qedandin qîretî

Bo çend perçe tirşikan

Neyê firotin HAŞÎTÎ.

NAVÊ ME

Rûniştin

Mil tîje.

Ferman derxistin bo me.

Ferman,

Fermana bê hejmar.

Wek zipik barîya gûlle

Asîman qedexe,

Sibeyê zer çîl reş.

Go kerr bû,

Gerdûn qelibî serme.

Û em

Bi hesreta kûna ronîyek

Ne bi tanq û topa

Balafîr û firoka

Bi neynûk

Dij erjengîya neyar

Bi neynûk

Bi diran

Me serîhilda

Me berxwe da

Û navê me bu tirskar

Ser seran

Ser çavan.

GER

Ger

Te bîr kim

Ger

Ji te durkevim

Ger

kurmêk bim

Û bikevim

Canête

Ger

Te bifroşim

Û bidim

Malê dinê.

Ger

Gerdun

Biqalibê

Serê min.

Ger

Bizivrim

Ji rîyate

Sed hezar tifî

Sed hezar lehnet

li min.

ABÎS

Tê naqîhî ziman

Ji bo qal kirina te

Û kî zane

Tu li ko yê ?

An bin darekî

An ji dij sterk dirêjketî

Ba hevalan

Û bi sihbetan

Ez ji te dûr

Tu ji min

Û dil ê min wek êtün

Diqehirim hoqirê min

Çima te

Min tenê hêşt?

Sibê ta hêvar

Hêvar ta sibê

Li te diqerim

Zanim emcedî tu niha

Ne wek min mişexur

Ji abîs bêtîrî

Bi te dilasım.

Û zanim dar pelê xwe weşand

Teyr hat pêşbazîyate

Çuçik bi dev ken bu

Rovî ji qehra reviya

Û te vejîn

ji jîyan

Pîroz dit.

DİNASİM

Te

Ji qûmatekê

hemêz ê kalan

Ji Munzira xwîn

Li xarpêtê da Sonda Seyit Riza

Hawara Îhsan Nurî

Neqîhîştina Osman Sebrî

Û ji şêx ê Şêxan

Meşa Berzan

Ji çar çirayê

Çar çirayê

Qada Mêran

Te

Ji serhildana Amêdê

Evîna Mem û Zîn

Berxwendana çar agir

Tenbura Aram

Sê darda

Ji Leyla Qasim

Te

Ji helbêstê Cîgerxwîn

Pêşkila Kawayê hesinkar

Û sed hezar mixabîn

Te

Ji cehş û xwe firoşan jî dinasim.

GELAWÊJ

Şev û roj

Roj û şev

Der û dor neyar

Dor û der cahş.

Û ser welat mij duman

Û welat bêdeng

Welat bêkes.

Û însan weşartî, însan bi tirs

Herkes ji hev bê hay

Zîndan tije, çîya ruxîn.

Dengê gur û hirç

Hewta hewta segan

Qîrîna zar û zêçan.

Û roj ji şev tarî.

Havîn ji zivistan sayî

Û nîv şeve kî agirê gur

Ji zîndana Amed.

Sterk, sterk

Sterka bê hejmar.

Hawir dupişk

Hawir mar ê reş.

Û paşê gelawêj.

Gelawêja geş

Peyda serhildan, peyda meş.

KALİK Û SÊLEK

Yek hebun Yek tinebun

Dema berê borîda

Sêlek û kalik ê vî

Dijiyan xizanîda.

Sêlek bê aql û bê hêş

Digerîya gêj û gêj

Diqeherîya kalê pîr

Bi gotin û bi bêj.

Pey dabun pey deman

Kalo dikir pir eman

Nedît çare kalê pîr

Şand kurê xwe şaristan.

Kurik diçun dibistan

Roj didan pey rojan

Kurême yê jêhatî!

Paşê qedand dibistan.

Qedendina dibistan

Kurik hate şaristan

Kurême ê jêhatî!

Hat û runişt ser textan.

Şev tarî û zilamet

Tev kesera qiyamet

Kureme yê jêhati!

Nekir kesra merhamet.

Demsalame zivistan

Dikir sêlek pir zirtan.

Digo “Ez im mir û Jir

Bankin babé miné pîr”

Hat ber derî cerdewan

Rext û fişek ser milan

Go”Emé herin nik paşe

Tu qe neki gengaşe”

Kalo derpî û kiras

Nért kû nîne qe xelas

Kaléme é pir bégav

Hate dij é kûr tolaz!

Kuréme é zirt nasîn

Nérin é vî wek hesin

Herdu nigê li ser hev

Devê gemar qir mesin.

Dest xistime paşetî

Bi xebat û xîretî

Têwan ê te şev û roj

Tu nizanî mirovtî.

Gotina min mirovtî

Nebun qe ser paşetî.

Tu bibana baş mirov

Ne dihatim peyatî.

Kİ SOSRAND

Kî kare

xeynête qala te BİKE?

Bêj!

Kî kare?

Ta niha

Gerdun bêdenq nema?

û kî ta niha

Helebçe

Dersim

Qoçqiri

Û sî sê gule zanibun?

Bêj

Ji xeynête kî zanibun?

Her!

Kûlê xwe vereş latêk

an darek

an jî çîyayêk

Ê bibehecin

Ê biqîrîn

Tazîl bidin te

Ê te biqewrinin.

Û bêjin

” Em nikarin hildin

Vê kûl û derda

Tû çi kesîkî hildidî?”

Her!

Sihitîya ax bik!

Ev ax kû

Mirî ên bêno dipejîrîne

Û ew jî

Bêhntenk bibe

Û bêje

Her kiro!

Ez nikarim hildim.

Ka!

Tû çî kesî hildidî

Vê kûl û derda?

Û ta niha

kî sosrand

Tevkujî a te

Ji xeynê

Parastkar ê heywanan?

ZORE

Dilêm difilite

Û çavêm agir

Zanî bê te bûnî zore

Zore bê te bûnî

Û jîyan

Û tenê bûnî.

Dilem dişewite

Agir ba vî sar

Sar agir ba vî

Zanî şewat zare

Zore şewat

Û dilda agir

An jî agir dilda.

Çavêm quncika da

Quncika da çavêm

Li te digere

Divê bizanibî

Li te gerîn zore

Zore li te gerîn.

Xwîna min diherike

Û kel kel dibe

Dibe kel kel

Nikarim rawestînim

û diteqîm

Zanî teqîn zore

Zore teqîn.

Radizim, çavêm vekirî

Sterkan dijmêrim

Û demsal havîn

Û ez dicirifim

Zanî cirifîn zore

Zore cirifîn.

GİRÎN

Tu digrî

Ew digrî

Li bin darekî

Beybun digrî.

Lat digrî,kevir digrî

Ji bo cendekî bê goristan

Ax digrî.

Temburda Aram digrî

Ber qadeki bîyanîda

Diwara dayêk ên şemî digrî.

Kaxiz digrî

Penus digrî

Li newalêk beq êk vinda digrî.

Sosin digrî

Berfin digrî

Qada mêran da

Ben digrî

Sê dar digrî

Sal digrî

Demsal digrî

Cendekê Pakrewanda

Gule ê xemgin digrî.

Tav digrî

Hiv digrî

Li bajarê Helepçe

Bombe ên kimya digrî.

Dojeh digrî

Bihuşt digrî

Sêlên sorda

Nan digrî.

Jin digrî

Mer digrî

Nig ên Seyit Rızada

Qevd ên zincar digrî

Sterk digrî

Birc digrî

Li zîndana Amed da

Şibak ên hesin digrî.

Ewr digrî

Baran digrî

Li hêla çep ê min da

Evîna şîn sor digrî.

TİRAL

Û dîsa hêvar bu evînamin

Ez kolana Dîyarbekir’da

Bê hogir û heval

Bi tenê serê xwe

Wek beradayî.

Û her tişt

Jimin bi xeyd

Û ez bê şerm, bê fedî

Bi ger.

Û ji rewnaqa heval û hogir

Kevirê Amed

Çîl sipî.

Û ew ji min şanpaz

Û ez ji wan qetî

Û berbanga sibêda

Hûn bin kevir û latan

Bi daweriwandî

Bi hizirîna serbixwe

Û ji ber mirêsîyewe

Ez sutû xwar

Û ez hê jî tiral

Û ez hê ji mirdar.

HÊVAR BU

Çend dem

tu zanî

çend dem

benda teme?

Û te digo

bila hêvar be

hêvar.

Te nedî

qada bîyanîda

agiren gûr

bîhna qoştan

an tilîyêk

biçuçik

an Ji

hijdeyîda

qelew û bedewên

timzinî?

Û ji herkes

bêtir

bi DİL
bê tirs

kûçe û kolananda

nûçe firoş ên

deh salî?

Nizam

têqihîştî

Çend hêvar derbas bu

çend hêvar?

CERDEWAN

Cerdewan ê qun geni

Poz çilmisî ru tenî

Bimrî herî dojehê

Ê kî bêjê tu ganî.

Der û dorda fort avêj

Dev û destî tev qirêj

Welatê wi pir ruxîn

Bê fedî û dest desmêj.

Cerdewanê bê xîret

Ne hewceye jêr şîret

Sibê hêvar tirsonek

Peyvên ziman tev qîret.

Cerdewanê xwe firoş

Jîyanate wek kiroş

Ji bo ol û mêranî

Tu nabînî zemfiroş.

Çima heye cerdewan?

Hemmu bîne ber çawan!

Pirske wana BİD bersiv

Boke tine NİŞTİMAN.

GİRÎNG

Kolan girîng

Kevir girîng

Nav bajarda

Direk ên xera kirî girîng.

Sol girîng

Cil girîng

Lı banqa ê da

Pere ên qîret girîng.

Mal girîng

Maldar girîng

Qiraxa kuçekida

Pirtokxane ê nijadperest girîng.

Rê girîng

Heri girîng

Parqêk tewş da

Çend dar ên çilmisî girîng.

Zêr girîng

Zîv girîng

Ba dikanêk

Camên şikestî girîng.

Neft girîng

Davar girîng

Erdêk zuwakirîda

Gîya ên bêno girîng.

Der û dor girîng

Dor û der girîng

Bin asîmana şîn sorda

KURD hê jî ne girîng.

BÊTÊ

Bête mam

Gul çilmisÎ

Beybun stu xwar

Roj jî min dur ma!

Evîn sutu şikand

DİL xemgîn

Sterk bi tenê.

Berbang bo min qirîya

Dînar bi qirîn

Kolan nale nal.

Dîjle avir da

Ferat negîhîşt

Gülhende bê zembilfiroş.

Xec kêzî daxist

Sî Ehme bi hawar

Sipan qîja qîj.

Tav çav şikand

Amed xwe hevand.

Birç birîqî

Tirs fedi kir

İnsan meş meş

Havir bi ken bu.
Ara
Cevapla
#2
Kurtce Şiir Antolojisi olmuş. Yüreğine emeğine sağlık. Harika Kürtçe Şiirler.
BU KADAR AZ OKUYAN BİR MİLLET İÇİNDE YAZMAK, BAŞLI BAŞINA BİR DEVRİMDİR...
Ara
Cevapla



Konu Açıklaması

Şu anda Helbestê Welat şiirini inceliyorsunuz. Helbestê Welat şiirini sitemizden ücretsiz ve üye olmadan okuyabilirsiniz. Kendi şiirlerinizi eklemek için üye olmak zorundasınız. Helbestê Welat şiiri 01-11-2015, Saat: 18:12 tarihinde sitemize eklenmiştir. Helbestê Welat şiiri sitemize gönderilmiş ve site yöneticileri tarafından egitimcisairler.com sitemize eklenmiştir. Gönderen kısmı belirtilmemiş şiir ve yazılar sitemizde alıntıdır. Helbestê Welat şiiri, Helbestê Welat şiiri oku, Helbestê Welat şiiri indir, Helbestê Welat şiiri sözleri, Helbestê Welat şiiri download



Konu ile Alakalı Benzer Konular
Konular Yazar Yorumlar Okunma Son Yorum
  Çîroka Min Helbeste Kurd admin 0 2,460 08-04-2016, Saat: 00:02
Son Yorum: admin
  MILETÊ BÊ WELAT admin 0 1,010 01-11-2015, Saat: 18:12
Son Yorum: admin

Hızlı Menü:


Konuyu Okuyanlar: 1 Ziyaretçi