Facebook

Sitemize üye olup şiir ve yazılarınızı paylaşabilirsiniz. Hemen Ücretsiz Üye Olun!

Eğitimci Yazar ve Şairler (Eyaş), içmeden aşk sarhoşu olan ve gelecek nesillere benimde bir kaç kelamım var diyenlerin sitesi.

Konuyu Oyla:
  • Toplam: 0 Oy - Ortalama: 0
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
JİYANA MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (MELA XELÎLÊ SÊRTÎ NİN HAYATI)
#1
MELA XELÎLÊ SÊRTÎ:


Molla Halil es-Si’irdî: “Şevkî” Mahlaslı Şair ve Kürtçe
(Kurmancça) Şiirleri
Aslen Bitlis’in Hizan ilçesinden olan, ancak sonraları Siirt merkeze yerleştiği için Siirt’e nisbet edilen Molla Halil es-Siirdî, pek çok eser veren ve Kürt medreseleri üzerinde ciddi anlamda tesiri olan alim bir şahsiyettir. O aynı zamanda Arapça ve Kürtçe manzûm edebî eserler veren edebî bir şahsiyettir de.Onun Kürtçe eserleri manzûm Nehcu’l-Enam ve Rîsaleya Tecwîdê adlı eserleridir. Fakat bu manzûm eserlerin dışında
Arapça ve Kürtçe kaleme aldığı şiirleri de bulunmaktadır. Ne var ki bu şiirler şu ana kadar yazma eserlerde bulunmaktaydı.Elimizdeki iki mahtût şiir mecmuası içinde onun pek çok Arapça ve 4 Kürtçe şiiri bulunmaktadır. Bu mecmualardan bir tanesi bizzat kendisinin, diğeri de torununun torunu Şeyh Cüneyd-i Zokaydî’ye aittir. Molla Halil es-Siirdî’nin bu şiirlerde kullandığı mahlası “Şevkî”dir. Bu yazı bu şiirlerin tanıtımını ve
neşrini konu almaktadır.

Kurdi
Mela Xelîlê Sêrtî: Helbestvanê bi Mexlesa “Şewqî” û
Helbestên Wî Yên Kurdî (Kurmancî)
Mela Xelîlê Sêrtî yê ku bi eslê xwe ji Hîzana girêdayî bi Bedlîsê ve ye, lê ji ber kû piştre li navenda Sêrtê bi cih bûye bi wir hatiye naskirin, kesayetekî ilmî ye ku gelek berhem dane û tesîreke mezin li medreseyên Kurdan kiriye. Ew ji alîyekî dî ve kesayetekî edebî ye ku bi Erebî û bi Kurdî berhemên edebî yên menzûm jî dane. Berhemên wî yên Kurdî ku menzûm in Nehcu’l-Enam û Rîsaleya Tecwîdê ye. Lê ji bilî van berhemên menzûm helbestine wî jî bi Erebî û Kurmancî hene ku heta niha di destnivîsaran de mane. Di du mecmû’eyên destnivîsar de yên ku li ber destê me ne de gelek helbestên Erebî yên Mela Xelîlê Sêrtî û 4 helbestên wî yên Kurdî cih digrin. Yek ji van mecmû’eya ya Mela Xelîlê Sêrtî bi xwe ye, û ya dî jî ya nevîyê nevîyê wî Şêx Cuneydê Zoqeydî ye. Mexlesa Mela Xelîlê Sêrtî ya ku di van helbestan de xebitandiye “Şewqî” ye. Ev nivîs li
ser danasîn û weşandina van helbastan radiweste.

Destpêk
Kurdî jî di nav de di tarîxa edebîyatên gelên rojhilata navîn de cihekî gelekî mezin yê berhemên destnivîsar heye. Her destnivîsareke ku nû derkevê holê, yan nusxeyeke nû ya berhemeke naskirîye, yan jî berhemeke nû ya nivîskarekî ye. Di vê nivîsê de em dê ji du destnivîsarên ku bi dest me ketine, çend helbestên Mela Xelîlê Sêrtî yê ku di tarîxa ilm û edebiyatê ya Kurdan de xwedîyê cihekî mezin e, bigrin dest. Yek ji van destnivîsaran mecmû’eyeke helbestan e ku Mela Xelîlê Sêrtî helbestên xwe û helbestên gelek helbestvanên dî di vê mecmû’eyê de bi xetê xwe nivîsandine û destnivîsara dî jî dîsa mecmû’eyeke helbestan e ku nevîyê çaran yê Mela Xelîlê Sêrtî Şêx Cuneydê Zoqeydî tê de hem helbestên Mela Xelîlê Sêrtî û hem jî helbestên helbestvanên dî bi xetê xwe nivîsandine.Mela Xelîlê Sêrtî digel ku berhemên xwe bi piranî bi Erebî nivîsandine jî, bi Kurdî (Kurmancî) bi navê Nehcu’l-Enam û Rîsaleya Tecwîdê du berhemên menzûm yên hêja jî dane. Lê heta niha nedihate zanîn ku ji bilî van berheman hin helbestên wî yên Kurmancî jî hene. Xweşbextane bi destxistina van destnivîsarên ku li jor me behs ji wan kir, ev helbestên Mela Xelîlê Sêrtî li me hişkere bûn. Bi vê munasebetê ez
pêşkêşkirina spasîyên ji dil bo hevalê min, M. Macit Sevgili yê ku ji endamê malbata Mela Xelîlê Sêrtî ye, wekî wezîfeyeke watedar dibînim. Lewre eger wî ev her du nusxe ji min re neşandibana ev nivîs dê
derneketibana holê û ev helbest dê nehatibana weşandin.Di vê nivîsê de em dê pêşî bi kurtî li ser jiyan û berhemên Mela Xelîlê Sêrtî rawestîn û di dawîyê de van helbestan bidin nasandin û metnê wan biweşînin.
I. Mela Xelîlê Sêrtî: Jıyan û Berhem
Mela Xelîlê Sêrtî di sala 1750an de li gundekî Hîzanê (Hîzan navçeya Bedlîsê ye.) bi navê Gulpikê hatiye dinê. Bi rêzê li cihên wekî Bedlîs, Helenze (gundekî Sêrtê), Westan, Muks, Hîzan, Xoşab, Cizîr û Imadiyê di medreseyên Kurdan de xwendiye û icaze/destûrnameya xwe ya ilmî li Imadiyê li cem Mela Mehmûdê Behdînî standiye. Mela Xelîlê ku ji aliyê ilmî ve bûye xwedî bingeh, xwestiye ku ji
aliyê me’newî ve jî bingehekî ji xwe re çêkê û hêj li îmadiyê çûye gundekî Mûsilê bi navê Reşîdiyê û li wir intisabî Şêx Ehmed Reşîdî yê Qadirî kiriye.Mela Xelîl pişt re vegeriyaye Hîzanê û li wir ji 5 salan bêhtir di medreseya Meyadanê de ders daye. Piştre çûye li navenda Sêrtê bi cih bûye. Li gor ku nevîyê nevîyê wî Şêx Fudaylê Zoqeydî (kurê Şêx Mehmûdê Zoqeydî, kurê Şêx Ebdulqehharê Zoqeydî, kurê Mela Mehmûd, kurê Mela Xelîlê Sêrtî) di jîyannameya Mela Xelîl de dibêje,
çûna wî ya Sêrtê li ser daxwaza bavê wî bûye. Dîsa di vî warî de tê gotin ku Mela Xelîl xwestiye biçe cihekî ku usûla medreseyan û alim têde tinebin, lewre jî çûye Sêrtê. Mela Xelîl li Sêrtê bi dayîna dersan,perwerdekirina feqîyan û telîfkirina berhemên ilmî û edebî temenê xwe tije kiriye û di sala 1259/1843an 96 salî li Sêrtê wefat kiriye û li rojhilatê bajêr li goristana Bileyliyeyê, li ser girekî hatiye veşartin (Zoqeydî,1400/1980, r. 88-92; Tahir, 1333-1334, II, 38; Pakiş, 1996, r. 6-36; 2005,
r. 250-251; Atalay. 1946, r. 112; ed-Doskî, 2007, r. 23-73; Sêrtî, 2002, r.
7-11). Mela Xelîlê Sêrtî derbarê ilmên wekî Serf, Nehw, Belaxet, Mentiq,Munazere, Cedel, Wed’, Eqaîd-Kelam, Hedîs, Fiqh, Tefsîr, Tecwîd, Tesewwuf, Mewlûd û Şemaîlê de ji 25an bêhtir berhem li dûv xwe hiştine. Ev berhem jî evin: el-Kafiyetu’l-Kubra fi’n-Nehw, el-Kamûsu’s-Sanî fi’n-Nehw we’s-Serf ve’l-Me’anî, el-Manzûmetu’z-Zumrudiyye Nezmu Telxîsi’l-Miftah,Risale fi’l-Mecaz we’l-Îsti’are, Risale fî Ilmi’l-Mentiq, Risale Manzûme fi Ilmi Adabi’l-Behsi we’l-Munazere, el-Menzûmetu’l-Xebiyye fi’l-Munazere, Rîsale fi’l-Wad’ (6 wereq), Te’sîsu Qewai’di’l-‘Eqaid ala ma
Senehe min Ehli’z-Zahir we’l-Batın mine’l-Ewaid (95 wereq), Nehcu’l-Enam (Bi Erebî), Nehcu’l-Enam (Bi Kurmancî), Muxteseru Şerhi’s-Sudûr fî Şerhi’l-Mewti we Ehwali’l-Qubûr, Kitabun fî Usûli’l-Hedîs, Zübdetuma fi Fetawe’l-Hedîs (ihtisara “el-Fetave’l-Hedîsiyye” ya Ibn Hecer el- Heytemî ye.), Kitabun fî Usûli’l-Fıqhi’ş-Şafi’î (90 wereq), Risale Sexîre fi’l-Me’fuwwat, Mulexxesu’l-Kawati’ we’z-Zewacir fî ma tekellemû ela’s-Sexair we’l-Kebair, Besîretu’l-Qulûb fî Kelami ‘Ellami’l-Xuyûb. (372 wereq), Besîretu’l-Qulûb fi Kelami Allami’l-Xuyûb. (Heta bi sûreta Kehfê ye, lê berfirehtir e.), Diyau Qelbi’l-‘Erûf fi’t-Tecwîd we’r-Resm we Ferşi’l-Hurûf, Şerhun ‘ela Menzûmeti’ş-Şatıbî fi’t-Tecwîd, Tecwîda Kurmancî (241 beyt e), Minhacü’s-Sunneti’s-Seniyye fî Adabi Sulûki’s-Sûfiyye, Nebzetu Mewahibi’l-Leduniyye fi’ş-Şetehat ve’l-.Wehdeti’z-Zatiyye, Mewlidü’n-Nebî, Mahsûlü’l-Mewahibi’l-Ehediyye fi’l-Xesais ve’ş-Şemaili’l-Ehmediyye, Şerhun ‘ela Qesîdeti’l-Hemziyye, Ezharu’l-Xusûn min Meqûlati Erbabi’l-Funûn (Zoqeydî, 1400/1980, r. 92-94;
Tahir, 1333-1334, II, 38; Pakiş, 1996, r. 6-36; 2005, r. 250-251; Atalay.
1946, r. 112; ed-Doskî, 2007, r. 23-73). Mela Xelîl berhemên xwe bi piranî bi zimanê Erebî nivîsandine. Lê du berhem jî bi zimanê xwe yê Kurdî dane: Nehcu’l-Enam û Rîsaleya Tecwîdê. Heta niha bes Nehcu’l-Enama wî wekî berhema wî ya bi Kurdî dihate zanîn. Lewra Nehcu’l-Enam gelek caran hatibû çapkirin û di nav medreseyên Kurdan de wekî kitêbeke dersê dihate xwendin û jiberkirin.
(ji bo Nehcu’l-Enamê bnr. Yalar, 2007, r. 404-417). Lê vê dawiyê berhemeke wî ya dî bi navê Rîsaleya Tecwîdê ji aliyê M. Edip Çağmar ve hate nasandin (Çağmar 2009, r. 153-161). Niha Mela Sibxetullahê nevîyê nevîyê Mela Xelîlê Sêrtî vê behremê ji bo çapê amade dike.Berhemên Mela Xelîl bi piranî nesr/pexşan in. Lê ew di warê nezmê de jî gelekî xurt e. Wî Li alîyekî berhemên wekî Nehcu’l-Enam û Rîsaleya Tecwîdê bi Kurdî û li alîyê dî jî berhemên wekî Manzûmetü’l-Habiyye fi’l-Munazara, Minhacu Sünneti’s-Seniyye fi Adabi Sülûki’s-Sofiyye, Nehcbu’l-Enam, Kafiyetü’l-Kübra fi’n-Nahv bi Erebî bi rêya nezmê nivîsandine. Mela Xelîlê Sêrtî ji bilî van berhemên menzûm
hijmareke ne kêm helbestên Erebî û Kurmancî jî nivîsandine. Li jêr em dê bes li ser helbestên wî yên Kurmancî ku heta niha nehatibûne weşandin
rawestin.

Abdurrahman ADAK 

Yrd. Doç. Dr., Mardin Artuklu Üniversitesi Edebiyat Fakültesi
Türk Dili ve Edebiyatı Bölümü
Ara
Cevapla



Konu Açıklaması

Şu anda JİYANA MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (MELA XELÎLÊ SÊRTÎ NİN HAYATI) şiirini inceliyorsunuz. JİYANA MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (MELA XELÎLÊ SÊRTÎ NİN HAYATI) şiirini sitemizden ücretsiz ve üye olmadan okuyabilirsiniz. Kendi şiirlerinizi eklemek için üye olmak zorundasınız. JİYANA MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (MELA XELÎLÊ SÊRTÎ NİN HAYATI) şiiri tarihinde sitemize eklenmiştir. JİYANA MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (MELA XELÎLÊ SÊRTÎ NİN HAYATI) şiiri sitemize gönderilmiş ve site yöneticileri tarafından egitimcisairler.com sitemize eklenmiştir. Gönderen kısmı belirtilmemiş şiir ve yazılar sitemizde alıntıdır. JİYANA MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (MELA XELÎLÊ SÊRTÎ NİN HAYATI) şiiri, JİYANA MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (MELA XELÎLÊ SÊRTÎ NİN HAYATI) şiiri oku, JİYANA MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (MELA XELÎLÊ SÊRTÎ NİN HAYATI) şiiri indir, JİYANA MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (MELA XELÎLÊ SÊRTÎ NİN HAYATI) şiiri sözleri, JİYANA MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (MELA XELÎLÊ SÊRTÎ NİN HAYATI) şiiri download



Hızlı Menü:


Konuyu Okuyanlar: 1 Ziyaretçi