Facebook

Sitemize üye olup şiir ve yazılarınızı paylaşabilirsiniz. Hemen Ücretsiz Üye Olun!

Eğitimci Yazar ve Şairler (Eyaş), içmeden aşk sarhoşu olan ve gelecek nesillere benimde bir kaç kelamım var diyenlerin sitesi.

Konuyu Oyla:
  • Toplam: 0 Oy - Ortalama: 0
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
Jiyana Yunus Rauf Dildar
#1
Yunus Rauf ango Dildar, di 20 sibata sala 1918'an de li başûrê Kurdistanê bajarê Koysincakê ji dayik bû.

Her kes di nava jiyan û civakê de bi karê xwe û xebata ku daye meşandin, tê naskirin. Ger ku ev kar û xebat ji bo civakê bi fêde be û şûnewarekî hunerî û pîroz be, êdî xwedîyê wê jî pêre navdar dibe. Ew bi huner an jî karê xwe di dîrokê de dibe xwedî navekî bê mirin. Yunus Rauf ango Dildar jî yek ji van navdêrên kurd e. Dildar ku di 20'ê Sibata 1918'an de ji dayik bû, her çend çûbe ser dilovaniya xwe jî dê her tim bijî.

Bi minakan ji mirov dikare rave bike ku Selahedînê Eyyûbî bi comerdî û şervaniya xwe, Pêşewa Qazî Mihemed bi cesaret û zanîn û berxwedana xwe, Leyla Qasim û Mezlûm Doxan bi canfîdayî û berxwedana xwe ya dîrokî, Şêx Ûbeydullahê Nehrî bi siyasetmedariya xwe, Meryem Xan, Hesen Zîrek û M.Arifê Cizîrî bi deng û hunermendiya xwe tê naskirin.

Yunus Rauf ango Dildar, di 20 sibata sala 1918'an de li başûrê Kurdistanê bajarê Koysincakê ji dayik bû. Şerekî cîhanê û avabûna Komara Mahabadê dît. Dildar kesek Helbestvan û parêzvanê mafên mirovan bû. Li paş xwe birek helbest, çêrok, ku di nav de Ey Reqîp jî heye hişt.
Yunus Rauf, di sala 1918'an de ango bidawîbûna 1'emîn Şerê Cîhanê li bajarê Koyê ku li ser sînorê Iraq û Îrana îro ye piştî 21 sal li ser koça dawî ya helbestkarê mezin yê kurdî û hemşeriyê xwe Hecî Qadirê Koyî hatiye dinê. Der barê helbestkarê hêja Yunus Dildar dibêjin ango ew yek ji wan helbestvanê navdar ê Herêma Federal a Kurdistanê ye û navê wî yê rast ji Yunis Reûf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re nasnavek dîtiye "Dildar" bi salan bi vî navî hatiye naskirin.

Dildar, piştî 1'emîn Şerê Cîhanê ji dayik bûye û di şert û mercên gelek dijwar de bi malbata xwe re têkoşîna jiyanê daye. Dildar, di temenê çar saliyê de nexweşiyeke giran digire û piştî rabûna ji nava nivînan jî ji ber bandora nexweşiyê lal dibe. Bi awayekî ku heya dawiya jiyanê ji zimanê wî hinekî giran bû û nedikarî baş biaxive. Nexweşiya Dildar demekê li Kelha Hewlêr'ê di bin çavdêriya dixtorekî da tê çareser kirin. Beriya şerê cihanê malbata Dildar rewaşa wan a aborî gelek baş bû, lê ji ber rewşa sîstema leşkerî û kar bi destên dewleta Osmanî dewlemendiya Kurdistanê têk çû.
Dildar, dibistana xwe ya Seretahî di temenê xwe yê 9 saliyê deli bajarê Ranyayê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê xwendiye. Dildar, dema ku diplomeya xwe ji dibistana navîn distîne. Di heman demê de qeyda xwe li zanîngeha bexda ya beşa hiqûqê de çê dike. Helbestvan û parêzvanê mafên mirovan Yunus Rauf Dildar piştî qedandina zanîngehê çend salan parêzvantiyê dike.

Di despêkirina parêzertiyê divan salan de doza mirovên bê kes û belengazan diparêze, li dijî neheqî û zordestiyên li welat û li derveyî welat dengê xwe bilind dike û têkûşina xwe bi dilsoziyek germ ya navnetewî di meşine. Ji aliyek din ve lêkolîna wî ya li ser edebiyata cîhanê û rojhilatê zêdetir dibe, dîroka yewnan, Fransa, Tirkiyeyê û edebiyata van welatan gelek bala wî dikişîne. Li şûna parêzertiyê, ew wekî warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibijêre. Yunus Rauf Dildar di ciwantiya xwe de rastî diwan û nivisên navdarê wê demê yê binavê Hecî Qadirê Koyî, Bêkes, Pîremerd , Wefayî û Kurdî rast tê. Ji van hunermendan ji bandor dibe mereqdarê nivisa helbestan. Dildar helbesta xwe ya despêkê di sala 1935'ê dinivise û cara yekê di kovara Ronabî de tê çapkirin.

Di helbestvaniya Dildar de tamaya herî balkêş, bêguman tamaya welatparêzî û janên mirovatiyê ne. Kurdistan bûye kakilê tamaya afirandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar û zimanê gel wekî kilam,stran heta roja îro jî tên gotin. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Reqîb di nav gel de gelek belav bûye.

Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946'an dema Komara Mehabadê tê ava kirin, dibe sirûda vê dewletê û heta niha jî wek sirûda kurdan ya neteweyî tê bang kirin. Ey Reqîb bi soranî ye, lê piştre hat wergerandin bi kurmancî ye.

piştî şerê cihanê yê dûye mîn helbestên Dildar li ser bingehek gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din ve jî di bin bandora edebiyata fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî. Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wan gelek berhem ji wekî destnivîser mane. Helbestên Dildar ango destnivîsa wî bixwe bûn û niha ji li cem birazîyên wî mane piştî salên dûr û dirêj bi hevkariya birayê wî Mecîd Reûf û nivîskarê hêja Ebdulxaliq Ellaedîn li sala 1983'an de hatin weşandin. Beriya wê dîwana wî carekê li sala 1961'an de carekê ji di sala 1971an li çapxaneya Kurdistanê li Hewlêr hatiye weşandin.

Helbestvan û parêzvanê mafên mirovan Yunus Rauf ango Dildar Helbestvanê me yê mezin bi vê kulê zêde nejiya û di sala 1948'an de ango di tamenê ciwantiya xwede 30 salî ku bi trajediyan de çû ser dilovaniya xwe û li goristan herî mezin ya bajarê Hewlêrê tê veşartin.

Helbestek ji helbestên Yunus Rauf Dildar Ey Reqîb di salên 1949 dema Komara Mihabat tê avakirin dibe merşa netewî ya Komara Mihabat, Ey raqîb bi Zimanê Kurdî bi zaravayê soranî tê nivîsin û paşê bi zaravayên din yê kurdî tê wergeran din û bi gelek zimanê biyanî ji ev hatiye wergerandi

Yunus Rauf Dildar Hayatı
Ara
Cevapla
#2
Kürtçe Hazır Biyografiler....
Ara
Cevapla



Konu Açıklaması

Şu anda Jiyana Yunus Rauf Dildar şiirini inceliyorsunuz. Jiyana Yunus Rauf Dildar şiirini sitemizden ücretsiz ve üye olmadan okuyabilirsiniz. Kendi şiirlerinizi eklemek için üye olmak zorundasınız. Jiyana Yunus Rauf Dildar şiiri 06-03-2015, Saat: 00:20 tarihinde sitemize eklenmiştir. Jiyana Yunus Rauf Dildar şiiri sitemize gönderilmiş ve site yöneticileri tarafından egitimcisairler.com sitemize eklenmiştir. Gönderen kısmı belirtilmemiş şiir ve yazılar sitemizde alıntıdır. Jiyana Yunus Rauf Dildar şiiri, Jiyana Yunus Rauf Dildar şiiri oku, Jiyana Yunus Rauf Dildar şiiri indir, Jiyana Yunus Rauf Dildar şiiri sözleri, Jiyana Yunus Rauf Dildar şiiri download



Konu ile Alakalı Benzer Konular
Konular Yazar Yorumlar Okunma Son Yorum
Star Yunus Rauf (Dildar) Hayatı ve Şiirleri admin 0 1,711 06-03-2015, Saat: 00:20
Son Yorum: admin

Hızlı Menü:


Konuyu Okuyanlar: 1 Ziyaretçi