Facebook

Sitemize üye olup şiir ve yazılarınızı paylaşabilirsiniz. Hemen Ücretsiz Üye Olun!

Eğitimci Yazar ve Şairler (Eyaş), içmeden aşk sarhoşu olan ve gelecek nesillere benimde bir kaç kelamım var diyenlerin sitesi.

Konuyu Oyla:
  • Toplam: 0 Oy - Ortalama: 0
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
Li min bibore
#1
Li min bibore

Ger min, bi naşî û xeşîmiya xwe,
te êşadibe
ger min, bi têgehên çewt
te lukumandibe
ger min, bi nêrîna çava
te veciniqandibe
ger min, bi dengê xwe
guhên te gumandibe
ger min, bi qebetiya xwe
dilê te êşandibe
ger min, bi bêhna xwêdana xwe,
henasa te çikandibe
ger min, bilbilê li ser dara te
firandibe
ger min, gulên li ser rêya te
hiçinîbe
ger min, ava te yî zelal
şêli kiribe
ger min, bê destûra te desmala te
bi xwe re biribe
ger min, neynika te ya ber bejnê
şikandibe
ger min, nameya te bêyî te vekir,
yan jî xwendibe
ger min, ji bêhişî nanê li ber te
xwaribe
ger min, derengî şevê xewnên te
revandibe
ger min, tu ji dilopên baranê û tîrêjê roja sor
ne parastibe
ger min bi evîna xwe dilê te
guvaştibe
yan jî bi ramûsanên xwe te
tengezar û êşandibe
li min bibore
li min bibore canê
ez bê daxwaza xwe hatim
û ezê rojekê bê daxwaza xwe jî herim
ger ez te bi mirina xwe biêşînim
dîsa li min bibore
min divêt tu her şên û şa bî canê
bi giriyê xwe min şerpeze neke
neke, neke, neke canê
kenê te jiyan,
griyê te mirine

newaf mîro

Kürtçe Şiirler-Helbestin Kurdî
Ara
Cevapla



Konu Açıklaması

Şu anda Li min bibore şiirini inceliyorsunuz. Li min bibore şiirini sitemizden ücretsiz ve üye olmadan okuyabilirsiniz. Kendi şiirlerinizi eklemek için üye olmak zorundasınız. Li min bibore şiiri tarihinde sitemize eklenmiştir. Li min bibore şiiri sitemize gönderilmiş ve site yöneticileri tarafından egitimcisairler.com sitemize eklenmiştir. Gönderen kısmı belirtilmemiş şiir ve yazılar sitemizde alıntıdır. Li min bibore şiiri, Li min bibore şiiri oku, Li min bibore şiiri indir, Li min bibore şiiri sözleri, Li min bibore şiiri download



Hızlı Menü:


Konuyu Okuyanlar: 1 Ziyaretçi